Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Amerîka û Ewrupa Hîn jî Dilkarin Xwe ji Şerê Bazirganî Dûrxin


Wezîra bazirganiyê ya Almantya Brigitte Zypies îro Şemiyê got Amerîka û Ewrupa hîn jî dikarin xwe ji şerê baziraganî dûrxin û got ew hêvîdare ku axaftinên dawiya vê heftê li Brukselê alîkar bin di kêmkirina nakokiyan de.

Serokê Amerîka dê 25 ji sedî bacan deyne ser madeya pola û 10 ji sedî ser ya Alumînyom, lê ew ji aliyê hevalbendên xwe ve rastî fişaran tê, di nav de jî Yekîtiya Ewrupî û Japonê, ku pîvanan sivîk bike.

Niwênerê Amerîka yê bazirganiyê Robert Lighthizer biryar e îro Şemiyê kom bibe li gel berpirsa bazirganiya Yekîtiya Ewrupî Cecilia Malmstrom û her wiha li gel wezîrê bazirganiya Japonê Hiroshige Seko, li dor xemên wan yên ku dibêjin pilana Trump renge şerê bazirganiya cîhanî gur bike.

Zypries ji radyo ya Deutschlandfunk re got ta niha hîn çi bac nahatine danîn û hîn zû ye axaftina li dor şerê bazirganî.

Wê got bacên Trump dê yaseyên Rêxistina Bazirganiya Cîhanî binpê bikin û dê Almanya li gel komisyona Ewrupî kar bike li dor çûnîtiya bersivdanê, eger Trump pilana xwe pêk anî.

XS
SM
MD
LG