Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Amanya bi daxuyanîyeke hevbeş Hamas û terora wê şermezar kirin.
Daxuyanîya hevbeş piştî axaftinên bi rêkên telefonê yên Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê Brîtanya Rishni Sunak, Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokomarê Fransa Emmaneul Macron hat weşandin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku kiryarên terorîst yên Hamasê bi ti awayî ne rêwa ne û divê cîhan wan şermezar bike.
‘’Dewletên me dê jibo Îsraîl xwe û gelê xwe li hember zordestîyên wisa biparêze alîkarîyên jibo wê bidomîne’’
Bi berdewamî, di daxuyanîyê de hat gotin ku ew daxwazên rêwa yên Filistînîyan jî qebûl dikin û ew jibo Îsraîlî û Filîstînîyan dadmendî û azadîyên wekhev dixwazin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku Hamas daxwazên Filistînîyan temsîl nake û ji xwînê û terorê pê ve tiştekî nade.
Jêderên Neteweyên Yekbûyî (NY) didin zanîn ku pirtir ji 100 kes di destê Hamasê de dîlgirtî ne.
Hamas dibêje ku ger Îsraîlê bê ku hişyarî bide êrîşên esmanî li dar xe ewê dîlgirtîyan bikuje.
Jêder: Reuters, AFP, VOA