Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Florence Hinekî Lawaz Dibe


Navenda Niştimanî ya Bahozan li Amerîka dibêje bahoza Florence lawaz bû û êdî nema bahozeka medarî ye, lê lehî û barana giran li hin beşên herdû wîlayetên Carolina berdewam in.

Keşnasê navendê Zack Taylor li dor bahoza Florence, ku di encamê de ta niha bi kêmanî 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, got ew hîn bahozeke karesat û metirsîdar e li ser jiyana xelkê.

Piştî barana herî giran bi ser herêmê re derbas be, wê lehî bo rojan û renge bo hefteyan berdewam bikin ji ber ku asta ava çeman gelekî bilind bûye.

Navenda Bahozan her wiha dibêje îro Yekşemê pêşbîniya hin bahîzokan dibe li seranserî Carolina Bakur û rojhilata Carolina Başûr.

Pêşbîne bermayên Florence bezatir bibin dema Yekşemê û Duşemê bi bakur de biçe ta ku dawiyê digihe bakurê rojhilata Amerîka û berê xwe careke din dide deryayê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG