Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wîlayeta Florida 2 Kes bi Vayrusa Korona Dimrin


Berpirsên tendurstî li wîlayeta Florida di daxuyaniyekê de şeva borî got 2 kesan jiyana xwe jidest dan, ku di van demên dawî de ji geşteke navnetewî vegeriyabûn.

Florida got 2 keysên din ên vayrusê li navçeya Broward hatine dîtin.

Berpirsên Amerîka dibêjin 21 kes ji geştiyarên gemiya qeraxa California vayrûs girtine piştî ku yek ji wan nexweş hatibû dîtin.

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence doh Înê got ew li gel karbidestên California kar dike da ku gemiya geştiyarî bibin cihekî veqetî û hemî 3,500 kesên li ser pişta wê bên taqîkirin.

Gera yekem a taqîkirinan li ser 46 kesan bû piştî ku firokeka helîkopter alavên taqîkirinê daxistin ser pişta gemiyê.

Serokê Amerîka Donald Trump do Înê biryarek îmze kir ji bo xerckirina 8.3 milyar dolar di vehewandina belavbûna vayrusê de.

Tê zanîn ku 100,000 kes li seranserî cîhanê bi vayrusa korona nexweş ketine û bêhtirî 3,000 kes ta niha mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG