Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Frensa Piştgiriyeka Bihêz bo Libnanê Nîşan Didin


Amerîka û Frensa piştgiriya xwe bo serwerî û seqamgîriya Libnanê derbirîn di demekê ku girjî bilind dibin di navbera Beyrût û Erebistana Saudî de.

Libnan rastî kirîzeka siyasî tê ji dema destkêşana ji kar a serokwezî Saad Harîrî ve roja 4ê vê mehê, ku bû sedema jihevketina hikûmeta welat a hevalbend.

Berpirsên Libnanî daxwaz dikin Herîrî vegere Libnan û guman dikin ku ew ne bi dilê xwe li Erebistana Saudî ye.

Peyvdara Koşka Sipî Sarah Huckabee Sanders îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got Waşinton bang li hemî alî û welatan dike ku rêzê li serwerî, serxwebûn û piroseyên destûrî yên Libnanê bigrin.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanî îro ragihand ku serokê Frensa Emmanuel Macron li gel hevtayê xwe yê Libnanî axivî û pêgiriya Frensa bo Libnaneka yekgirtî, serwer û serbixwe derbirî.

XS
SM
MD
LG