Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Fransa Dibêjin Ewê Leşkerên Xwe ji Nîjerê Venekişînin


Koşka Spî îro Sêşemê ragihand ku ti delîlek tuneye ku nîşan bide tilîya Rûsyayê di derbeya Nîjerê de heye.

Koşka Spî, dîyar kir ku her çiqas welatên Ewrupa hemwelatîyên xwe ji Nîjerê derdixin jî Amerîka niha wek wan tevnagere.

Li Nîjerê du bingehên leşkerî yên Amerîka hene û li wan bingehan bi qasî 1100 leşkerîn Amerîkî dimînin.

Qesirê dîyar kir ku biryara wan ya ser leşkerên Amerîkî yên li Nîjerê dimînin neguherîye.

Kordînatorê Peywendîyên Stratetîk yên Civata Ewlekarîya Neteweyî John Kirby jî, ji rojnamevanan re dîyar kir ku wan ser siberoja alîkarîyên Amerîka yên bo Nîjeryayê re jî hîn ti biryar nedane.

Fransa jî dîyar kir ku niha ti plana wê tuneye ku ew 1500 leşkerên xwe yên li wî welatî dimînin erxîne.

Karbidestên Fransa didin zanîn ku jibo derxistina hemwelatîyan sê firokên leşkerî derbazî Niameyê bûne.

Wezareta Derve ya Almanya jî bang li hemwelatîyên xwe yên li Nîjerê kir ku bi firokên Fransa ji Nîjerê derkevin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG