Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Girtiyekî Guantanamo Vedigerîne Cezayirê


Wezareta berevaniya Amerîka îro Şemiyê got Amerîka girtiyekî Guantanamoyê vegerand welatê Cezayir, piştî mayîna bêhtirî 20 salan di kampê de bi tawanbariya sîxuriya li gel rêxistina al-Qaîde.

Wezaretê ew girtî wek Sufiyan Barhoumî da nasîn ku ji binemaleke Cezayirî ye û got girtina wî “ êdî ne pêwîst e.”

Barhounmî di sala 2002an de gihştibû Guantanamo, heman sala amadekirina kampê piştî derbasbûna Amerîka bo Afghanistanê ji bo aramncgirtina tora al-Qaîde ya ku berpirs bû di ber kuştina dora 3,000 kes li New York û Pentagon û Pennsylvanyayê di sala 2001ê de.

Kamp Guantanamo li ser asta cîhanî bû cihê şermezariyê ji bo zindankirina hejmareke mezin ya girtiyan bêyî ku werin dadgehkirin.

Hejmara girtiya demekê gihştibû 800 kes lê di dema seroktiya Barack Obama de ew hejmar gelekî kêm bû.

Niha 37 girtî li Guantanamo mane, li gor wezareta berevaniyê.

Ji nav wan, 18 hejayî veguhestinê ne, 7 hêjayî pêdaçûna dewrî ne, 10 di nava proseya komisyonên leşkerî de ne û 2 girtî di komisyonên leşkerî de hatine sûcdarkirin.

XS
SM
MD
LG