Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîka Banga Macaristanê ya Agirbesta li Ukrayna Rexne Dike


Balyozê Amerîka yê li Budapeşte David Pressman îro Çarşemê banga Macaristanê ya bo agirbesta li Ukrayna rexne kir û wek gaveke ne dirust bi nav kir.

Pressman got ku jiber ku Ukrayna bin dagirkerîya Rûsya ye, banga Hungarya wek gaveke henekî xuya dike.

Pressman navê Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban neanî ser zimanê xwe, lê wî çend caran jibo Ukrayna banga agirbestê kiribû.

‘’Yek dikare îro ro aştîyê ragihîne. Eger Putin dawî li şer bîne şer wê biqede. Ger Ukrayna dawî li şer bîne, ew welat wê tunebe," Pressman got.

Rûsya di Sibata 2022'yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, lê Kremlîn ser şerê li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e.

Amerîka û hevbendên wê di şerê Rûsya û Ukrayna de alîyê Kîevê digirin û Moskow jî wan wek alîyên şer dibîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG