Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçberên Amerîka Başûr ji Texasê bo California Tên Veguhestin


Berpirsên Amerîkî got Wezareta Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka dest bi veguhestina sedan koçber kir ji başûrê wîlayeta Texasê bo bajarê San Diego yê wîlayeta California ji bo proseya vekolîn û karkirina li ser belgeyên wan.

Berpirsên gumrig û parastina sînor rastî jimarên mezin ên koçberan bûne ku doza penaberiyê li Amerîka dikin.

Bêhtirî nîv milyon kesên ku daxwaza penaberiyê li Amerîka dikine, ji meha dehan a sala borî ve li ser sînorê Amerîka yê başûr hatine rawestandin.

Berpirsên koçberiyê dibêjin wê heftê sê geştên esmanî koçberan ji Texasê bibin San Diego û her geştek wê herî kêm 130 kesî hilgire.

Raportên medyayî dibêjin ajansên koçberiyê her wiha didine berçavan ku ji bo proseya taqîkirinê, koçberan bişînin bajarên din ên seranserî Amerîka .

Hîn ne zelal e çi pîvanên ewlekatiyê hatine danîn ji bo veguhestina van kesên bê belge bo seranserî Amerîka.

XS
SM
MD
LG