Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ausin Dibêje Wî Plana Hindistanê ya Kirîna Sîstema S-400 Ji Rûsya Gotûbêj Kirîye


Di çarçoweya serdana xwe de bo Hindistanê, wezîrê berevanîya Amerîka Lloyd Austin got wî bi hevtayê xwe yê Hindistanê re planên wî welatî yên kirîna sîstema berevaniya mûşekan S-400 ji Rûsya gotûbêj kir.

Wî got ku Waşintonê ji hemî hevalbendên xwe daxwaz kiriye xwe ji alavên leşkerî yên Rûsya dûr bixin da ku Amerîka wan ceza neke.

Ausin îro Şemîyê li New Delhî ji peyamnêran re got ku Hindistanê hîn sîstema S-400 wernegirtîye, loma mijara cezayan nehate gotûbêjkirin.

Serdana Ausin ew yekem serdana kesekî radebilind yê rêveberîya Joe Biden e bo Hindistanê û beşek e ji hewlên sazkirina hevalbendîyeka welatan ji bo bersivdana coşa Çînê li herêmê.

XS
SM
MD
LG