Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Serdana Xwe ya Başûrê Rojhilata Asya Bidawî Tîne


Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo geşta xwe ya başûrê rojhilata Asya bi dawî anî.

Berî vegera xwe, Pompeo îro Yekşemê li gel serokê Indonesya Joko Widodo kom bû û jêre got Amerîka bi nirxdarî pêwendiyên xwe li gel Indonesya dibîne, ku yek ji demokrasiyên herî mezine li cîhanê.

Doh Şemiyê Pompeo li gel hevtayê xwe yê Indonesî Retno Marsudî kom bû û herdû wezîran hevrêziya dualî ya ewlekariya herêmê gotûbêj kirin.

Wezîr Pompeo Şemiyê ji Singaforê gihîşte Jakarta ya paytext.

Peyvdara wezareta derve Heather Nauert ji peyamnêran re got Pompeo û hevtayê xwe yê Korya Bakur Ri Yong Hu silav li hev dan û wêneyeka malbatî li gel hev girtin.

Pompeo gotibû:”pêwîste em careka din biaxivin” û wezîr Ri Yong Hu jî gotibû” Erê, gelek axaftinên berhemdar pêwîstin.”

Hêjayî gotinê ye, doh Şemiyê Pompeo huşdarî dabû Rûsya û welatên din ku cezayên navnetewî yê dijî Korya Bakur binpê nekin û ev yek bû cihê nerazîbûna wezîrê derve yê Korya Bakur.

XS
SM
MD
LG