Buroya Statîstîkên Kar ya Amerîkî (Bureau of Labor Statistics) ya di raporteke nû de ragihand ku enflasyona Amerîkî ketiye asta herî nizim ya ji destpêka 2012’yan vir ve.
Di meha Hezîranê de enflasyona Amerîka % 3 bû û di Gulanê de ew rêje % 4 bû û buhayê tiştên wek benzîn, bîletên firokan, trombîlên destê duyê, fêkî û keskahî erzantir bûye.
Di Hezîrana sala çûyî de enflasyon di asta % 9.1 bû ku ew jî ji Tebaxa 1982’yan vir ve rêjeya herî bilind ya enflasyonê bû.
Dîsa, di meha borî de 209, 000 karên nû li bazara Amerîkî zêde bûn û rêjeya bêkarî jî ketiye % 3.6 ku ew yek di Gulanê de % 3.7 bû.
Serokê Amerîka Joe Biden şabûna xwe ji pêzanînê nû ragihand û got ku du encama polîtîkayên wî yên aborî ew rewş derdikeve pêş.
“Ev e Bidenomics ku di xebatê de ye. Raporta îro nîşaneyên nû û wêrek tine pêşîya me ku enflasyon dadikeve û aborîya welatê me wek her dem xurt e.”