Wezîrê Cengê Amerîka Pete Hagsett di konferanseke rojnamevanî de li Pentagonê got, Rejîma ku dirûşma “Merg ji bo Amerîka” û “merg ji bo Îsraîlê” digot, ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tê kuştin."
Herwiha got, "Ev ne şerekî guhertina rejîmê ye... lê bêguman rejîm tê guhartin, û ev ji bo cîhanê çêtir e."
Wezirê Ceng herwiha di Sêyemin roja Operasyona leşkerî got,
"Bi bêdesthelatîya niha ya Îranê, dijmin rûyê xwe yê rast eşkere dike, di demekê de ku mûşek û dronên Îranê êrîşan bi ser otêl, balafirgeh, avahî û armancên din yên sivîl yên cîranan dikin. Ev taktîkên terorîst yên tirsonekên rejîmê ye ku bi dehan salan bi derew, kuştin û wêran karîyan xwe disepine."
Pete Hagsett got, "Serkirdayetîya Îranê tî tiştek durist nekiriye ji bilî komên kirêgirtî, mûşek, dron û kargeh û saziyên navokî yên kûr di bin erdê de. Pêdivî bi veşartina xwestekên navokî yên aştiyane di bin çiyayan de nake."
Hagsett da zanin, piştî "Operasyona Çakoçê nîvê şevê" ya par, ku tê de bername ya wan a navokî hate tune kirin, Amerîka got êdi bese werin lihevkirinekê çê bike, lê wekî Amerîka dibêje, "Ewan red kir." Wan got eger hûn wê ji nû ve ava bikin, emê vê carê we ji vê xerabtir rîya wan bigirîn.”
Wî got "Bo Serok Trump, Amerîka û Amerîkî li pêş her tişteka dine. Ne ew û ne jî hêzên me du dil in".
Wekî ku Serok Trump berê ji gotibû, Hagsett careke din hêvî kir ku gelê Îranê bikaribe ji vê derfetê sûd werbigire û got, "Trump bi zelalî got: Niha dema te ye."
"Serok Trump di derbarê çarenûsa we de bi her awayî zelal bûye," wî got, xitabî hêzên ewlehiyê yên Îranê kir û ji wan xwest ku biryarên aqilane bidin.
Wî gote hêzên ewlehîya Îranê û daxwaz ji wan kir biryareke jîr bidin.
Wezirê Ceng ragehand " bes bêjin eve şerekî bêdawî ye. Ev ne Iraq e. Ev şerekî bêdawî nîne,".
Wî got, "Ev operasyon erkeke zelal û biryardar heye ku weji tunekirina gefên mûşekan, tunekirina hêza deryayî, tunekirina çekên navokî,".
Wî peyamek rasterast da hêzên hevbeş yên Amerîka û got, “Niha dema te ye. Ev xala werçerxêye ku Amerîka her ji sala 1979ê li bendê ye” herwiha got,
"Em bi dijminekî re rû bi rû dibin, ku rijde li ser daxwazên xwe". Lê ji hêzên Amerîka re got, "Hûn çêtir in. Lê divê hun vê yekê piştrast bikin.