Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Em li Ser Operasyona Berfireh ya Dijî Îranê Berdewam Dibin da  Metirsîya vê Rejîma terorîst ji Holê Rakin

President Trump Participates in a Medal of Honor Ceremony, March 2, 2026.
President Trump Participates in a Medal of Honor Ceremony, March 2, 2026.

Serok Donald Trump roja Duşemê di Bûneyeke rêz girtinê de got, "Artêşa Amerîka berdewame li ser operasyoneke berfireh dijî Îranê da ku gefa rijd ya vê rejîma terorîsta tirsnak a ve rejîmê li ser Amerîka ji holê rakin."

Serok Trump got, "Piştî nehêlana bernameya navokî ya Îranê û "Operasyona Çakoçê nîvê şevê" vê, me hişyarî da Îranê ku hewl nede wê li devereka din ji nû ve ava bike, Ji ber ku ewa êdî nikaribûn bikar bînin. Lê wan hişyarîyên me paşguh kirin û ne amade bûn dest ji xwesteka xwe ya navokî berdin. Ji bilî ve yekê, rejîma Îranê bernameya mûşekên balîstîk bi lez pêşxist û ev yek gefeke pir eşkere û zelale li ser hêzên asmanîya Amerîka payda dike."

Serok Trump herwiha got, "Rejîmê ji berê niha mûşek hebûn ku digehan Ewropa û baregehên me, hem li hundir û hem jî li derveyî welêt û di vê dawîyê de ewa mûşek hebûn ku dibe bigihîjin Amerîka ya me ya xweşik. Armanca bernameya mûşekan ku bi lez pêş dixistîn ew bû ku ji bo pêşxistina çekên navokî bû, ji bo her kesî bixwaze van çekan pêşbixe, ku me bi tundî qedexe kirine, emê rawestîne."

Serok Trump got, “Ew em bûn ewê me digot divê ew rawestîn û hemû li ser ramanên me yekgirtî bûn tevî ku yek ji wan hind wêrek nebûn behis bikin”

Serokê Amerîka herwiha got, "Rejîmeke Îranî ya xwedî çekên dûr havêj û atomî, ne tenê gefe ji bo Rojhilata Navîn, lê gefe ji bo gelê Amerîka heta ku welatê me bi xwe ji dê keve be metirsîyan."

Trum şanazî kir ku peymana navokî ya li ser dema Barack Obama hilweşand û got, "Ew peymanek pir xirab, metisîdar bû. Dibe ku ew Sê sala berê çekên navokî heban û wan bikar dianîn. Lê ezê naêlim ev yek bibe."

XS
SM
MD
LG