Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Nûçeya ketina balafireke Amerîkî li Besraya Basûrê Îraqê ne rast e.
CENTCOM, Îro Pêncşemê li ser platforma xwe ya X'ê ragihand, "Gotegotên ku li ser medyaya civakî têne belavkirin derbarê ketina balafireka Amerîkî li parêzgeha Besraya Basûrê Îraqê nerastin."
Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM), doh Çarşemê nûçeyên medyaya civakî yên derbarî ketina balafira F-15E red kirin, ku tê de dihat îdî'akirin ku balafir di dema erkekê de li başûrê rojavayê Îranê ketiye xwarê.