Wezîrê Xezîneya Amerîka dibêje, dorpêça Amerîka li ser hinardekirina petrolê, Îran rû bi rû krîzeke cidî ya enerjîyê dibe.
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent di posteke X'ê de nivîsand, “Di demekê de ku rêberên Hêzên Pasdaran ên di jiyan de mane, weko komek cirdan ku di boryeka avrêjan de asê mane û xeniqîne, Ji ber dorpêçên Amerîka, pîşesazîya petrola Îranê dest bi rawestandina hilberînê kiriye.”
Scott Bessent herwiha got “Derxistîna petrola xav dê di demek nêzîk de hilweşe, piştî vê yekê, kêmbûna benzînê dê dest pê dike.”
Ev çend hefte ne, Wezareta Xezîneya Amerîka Operasyona “Hêrsa Aborî” li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de, ceza li ser gelek kompenîyên Îranê û biyanî yên ku bi rejîmê re danûstandinê dikin, danîne.