Balyozxana Virtual ya Amerîkayê bo Îranê hişdarîyeke ewlehîyê belav kir, têde bang li welatîyên xwe kir ku demûdest ji Îranê derkevin.
Balyozxanê îro Înê hişdarîya 13ê Çileyê nû kir û got: “Pîvanên ewlehîyê û daxistina rîyan û nebûna dergehên veguhestina giştî û astengkirina Înternetê hîn dewm dikin. Hikûmeta Îranê berdewam e li ser sînordarkirina gihîştina bi torên mobîl, hêlên erdê û înterneta niştimanî. Herwiha, Îran li ser astegkirina çûn û hatina asmanî bo nav Îranê yan bo derve sînordar dike."
Balyozxaneyê çend xalên serekî ji bo ewlehîya welatîyên Amerîkayê li Îranê destnîşan kir:
- Niha Îranê bicih bihêlin. Divê planek ji bo derketina ji Îranê hebe ku xwe bi alîkarîya hikûmeta Amerîkayê ve girênedin.
- Eger hûn nikarin derkevin, di hundirê malên xwe yan avahîyek din ya ewle de bimînin. Xwarin, av, derman û pêdivîyên din ên pêwîst peyda bikin.
- Dûrî xwepêşandanan bikevin, xuya nebin û ji derdora xwe haydar bin.
- Ji bo agahdarîyên girîng, medyaya herêmî bişopînin. Amade bin ku planên xwe biguherînin.
- Piştrast bin ku telefonên we herdem berdest bin û bi malbat û hevalên xwe re di têkilîyê de bimînin da ku li ser rewşa we haydar bin.
- Ji bo ku hûn agahdarî rewşa herî dawîya ewlehiya Îranê bib, navê xwe di programa Navnivîsa Geştîyaran ya Jîr (STEP) tomar bikin.
Balyozxaneyê got ku hikûmeta Amerîkayê ti têkilîyên dîplomatîk an jî konsulxaneyê bi Komara Îslamî ya Îranê re nînin. Hikûmeta Swîsreyê karûbarên Amerîkayê li Îranê bi rêya balyozxaneya xwe ya li Tehranê birêve dibe.
Agahîyên Balyozxaneya Swîsreyê:
Balyozxaneya Swîsreyê - Beşa Berjewendiyên Biyanî li Tehranê:
Hejmarên Telefonê:
98-21-22-54-21-78
98-21-22-56-52-73
98-21-22-77-24-63
Email: tehran.fi@eda.admin.ch