Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîka li NY Dibêje, Amerîka li Kêleka Hevalbendên Xwe yên Kendavê Radiweste

Balyozê Amerîka li NY Michael Waltz
Balyozê Amerîka li NY Michael Waltz

NEW YORK — Balyozê Amerêka li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz gote Civata Neteweyên Yekbûyî (NY) “Amerîka li kêleka hevalbendên xwe yên Ereb ên Kendavê radiweste.

Balyoz piştî dengdana ku duh di Civata Netewên Yekbûyî de ser biryara taybet a li dijî Îranê a zêdegaviyên wê daxuyanî dan.

Herwiha, Balyozê Amerêka li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di hevpeyvinekê de ligel kenala Fox News bal kişande ser bandora peymanên Îbrahîm di navbera hin welatên Erebî û Îsraîlê û got, “Gelek ji van welatên Kendavê di dîrokê de bê alî bûn di dema ku mijar tê ser Îranê... Hûn dibînin ku hevpeymaniya Birahîm bihêz radiweste û berxwe dide.”

Li aliyek din, Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê Paul Marqos îro Pêncşemê ragihand ku hikûmeta Libnanê ji wezîrê derve xwestiye ku balyozê Îranê li Beyrûtê gazî bike, piştî daxuyaniyek ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve li ser pêkanîna operasyoneke hevbeş bi Hizbullahê re li dijî Îsraîlê hat weşandin.

Hikûmeta Libnanê naxwaze welatê wan bikeve di nava şer de, lê Hizbulall a Libanê ku têkiliyên bihêz bi Îranê û pasdaran re hene, êrîşên bi dron û mûşekan li ser herêmên Îsraîlê didomîne.

XS
SM
MD
LG