Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wê Beşdarî Ti Êrîşeke Tolhilder ya Dijî Îranê Nebe


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesra Sipî, bi endamên Ewlekaryîya Neteweyî re, êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê dinirxîne,13 Nîsan, 2024.
Serokê Amerîka Joe Biden li Qesra Sipî, bi endamên Ewlekaryîya Neteweyî re, êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê dinirxîne,13 Nîsan, 2024.

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Duşemê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden hişyarî daye Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku Washington wê beşdarî ti êrîşeke toldar ya dijî Îranê nebe.

Reutersê ev agahî ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand.

Li gor karbidestan êrîşeke hemberî Îranê, bijareke ye ku hikûmeta şer ya Netanyahu piştgirîyê dide, piştî êrîşa bi dron û mûşekan ya Tehranê ser Îsraîlê.

Metirsîya şerekî rasterast ya di navbera dijminên serekî, Îran û Îsraîl, li Rojhilata Navîn û egera tevlîbûna Amerîka, girjîya herêmî tundtir kir ku hevdem hêzên cîhanî û neteweyên Ereb bangên ragirtinê zêde dikin.

Piştî êrîşa Îran şeva Şemîyê, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) do Yekşemê civînekî awarte li dar xist.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di civînê de hişyarî da ku Rojhilata Navîn li ber qeraxake xeter e.

"Gelên herêmê rûbirûyê xeterîya pevçûneke mezin ya wêranker in. Niha dema bêbandorkirin û kêmkirina rageşîyê ye," Guterres got.

Cîgirê Balyozê Amerîka li NY Robert Wood bang li Civatê kir ku bi awayekî zelal û tund êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê şermezar bike.

"Ger Îran yan alîgirên wê dijî Amerîka êrîşan bikin yan jî dijî Îsraîlê zêdetir êrîşan bikin, wê Îran berpirsyar were dîtin," wî got.

Dîsa jî, Biden ji Netanyahu re got ku Amerîka wê beşdarî ti êrîşeke toldar ya Îsraîlê dijî Îranê nebe, karbidestekî Qesra Spî got.

Ji alîyê din ve Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û yê berevanîyê yên Amerîka Lloyd Austin jî bi hevtayên xwe yên ji Erebistana Saudî, Tirkîye, Misir û Urdunê re rewşa li heremê nirxandine.

Blinken û Austin pêdivîya pêşîgirtina girjîyê, giringîya bersîveke dîplomatîk ya hevsengkirî dîyar kirine û bal kişandine ku Amerîka wê piştgirîya jibo berevanîya Îsraîlê bidomîne.

Îranê wek bersîvdayînê rasterast êrîşê Îsraîlê kir, piştî ku 1'ê Nîsanê ya li ser avahîya konsulxaneya Îranî li Şamê ku tê de hejmareke rêberên Îranê hatin kuştin.

Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) ragihand ku êrîşê ser Îsraîlê bersîvdayîna hember êrîşa 1'ê Nîsanê bû, ya li ser avahîya balyozxaneya Îranê li Şamê ku tê de jimareke reberên payebilind yên wê hatin kuştin. Tehran dibêje ku Tel Avîv ew êrîş pêk anîye.

Li gor daxuyanîyên karbidestên, di êrîşa bi zêdetirî 300 mûşek û dronan de, li Îsraîlê tenê zararek hindin ya sînordar çêbûye.

Piranîya mûşek û dronan ji alîyê sîstema berevanîya esmanî (Iron Dome) ya Îsraîlê û bi alîkarîya Amerîka, Brîtanya, Fransa û Urdunê ve hatine têk birin.

Karbidestên Îsraîlî ragihand ku tenê zarokekî 7 salî bi şarapnelê birîndar bûye, dema zararên malî bir kêm in û tevî bingeheke esmanî ya arteşa Îsraîlê hatiye lêdan jî, xebatên xwe didomîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG