Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalên Plana Amerîka ya Rawestandina Şerê Dijî Rejîma Îranê

iran between america and israel
iran between america and israel

Li gor rojnameya New York Times, Amerîkayê ji bo bidawîanîna şerê dijî Îranê planeke ji 15 xalan pêşkêşî Îranê kiriye.

Tê ragihandin ku ev 15 xal bi rêya Pakistanê radestî Îranê bûne.

Ajansên nûçeyan ên Îsraîlê, di nav de jî Kanala 12, 14 xal ji wan 15 xalan belav kirine.

1. Divê Îran şiyanên xwe yên navokî yên heyî ji holê rake.

2. Divê Îran soz bide ku qet nede dû avakirina çekên navokî.

3. Divê pîtandina uranyomê li ser axa Îranê neyê kirin.

4. Divê Îran di demeke nêzîk de 450 kîlogram uranyoma 60% pîtandî, radestî Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) bike.

5. Divê bingehên navokî yên Natanz, Îsfehan û Fordo werin hilweşandin.

6. Divê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî, desteya çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî ye, di hundirê Îranê de mafê gihîştin û çavdêrîya tevahî hebe.

7. Divê Îran dest ji hêzên xwe yên wekîl ên li herêmê berde.

8. Divê Îran piştgirîya darayî, rêvebirin û çekdarkirina hêzên xwe yên wekîl li herêmê rawestîne.

9. Divê Tengava Hormuzê vekirî bimîne û wekî rêyeke deryayî ya azad kar bike.

10. Divê bernameya mûşekî ya Îranê ji hêla mewda û hejmara xwe ve sînordar be, û dê pirsgirêkên taybet di qonaxeke bê de werin destnîşankirin.

11. Divê her karanîneke mûşekên Îranê di siberojê de tenê ji bo parastinê be.

Ev 11 xal mercên Amerîkayê ne. Li beramber wan, 3 xalên din jî dê Îran sûdê jê werbigire:

12. Dê cezayên civaka navneteweyî ji ser Îranê werin rakirin.

13. Amerîka dê alîkarîya Îranê bike ku bernameya xwe ya navokî ya sivîl, di nav de jî berhemhênana elektrîkê li navenda navokî ya Bûşehrê, pêşve bibe.

14. Dê mîkanîzma vegerandina otomatîkî ya cezayan li ser Îranê were jinavbirin.

Rêvebirîya Amerîkayê bi awayekî fermî ev xal piştrast nekiriye, lê Serok Trump do Sêşemê got ku Amerîka ligel karbidestên Îranê di peywendîyê de ye.

Xalên Plana Amerîka ya Rawestandina Şerê Dijî Rejîma Îranê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00
XS
SM
MD
LG