Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Nêzîk Planeke Nû ya Îranê Dinirxînim

Serokê Am erîkayê Donald Trump
Serokê Am erîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî ragihand ku Îranê planek ji bo rêkeftinekê şandîye û ew dê pêdaçûnekê li dor wê bike.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Ez ê di demek nêzîk de plana ku Îranê nû ji me re şandiye binirxînim, lê nikarim xeyal bikim ku ew ê were qebûlkirin ji ber ku wan hîn jî têra xwe bedelên mezin nedane li beramber tiştên ku wan di 47 salan de li dijî mirovahî û cîhanê kirine.”

“Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê,” Trump got.

Washington çaverêye ku Îran rêkeftineke li gor daxwazên Amerîkayê îmze bike û serokê Trump gelek caran gotîye ku eger ew rêkeftin nebe, dê rejîma Îranê rastî encamên xerab bibe.

Artêşa Amerîkayê dibêje ew di amadebaşîyê de ye ji bo her senaryoyeka ku Trump hilbijêre.

Doh Şemîyê fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîka(CENTCOM)ê Brad Cooper li Deryaya Ereb serdana Hêzên Deryayî yên li ser keştîya USS Tripoli (LHA 7) li Deryaya Erebî kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG