Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Cezayên Nû yên ser Pîşesaziya Petrokîmawî Şermezar Dike


Îranê cezayên nû yên Amerîka ku pîşesaziya wê ya petrokîmawî kiribû armanc şermezar kirin û got ew diyar dikin ku serok Donald Trump ne rijd e li dor guftûgoyan.

Tilfizyona dewletê îro Şemiyê ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Ebbas Mûsewî ragihand ku dibêje ev gav tê hesibandin wek “terora abûrî” û ew dikeve warê siyasetên din ên dijminahî yên Amerîka.

Roja Înê rêvebiriya Trump ceza dan ser kompaniya herî mezin a petrokîmawî ya Îranê, ji ber ku ew li gel nobedarên şoreşgerî yên Îranê kar dike, ku Koşka Spî di meha Nîsanê de ew wek rêxistineke terorîst binav kiribû.

Trump ceza li ser Îranê zêkirine ji dema vekişîna Amerîka ji rêkeftina navokî ya welatên mezin ên cîhanê li gel Îranê, lê tevî wan cezayan jî Trump dibêje ew amade ye guftûgoyan li gel Îranê bike.

XS
SM
MD
LG