Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Hîn Hemû Bijareyên Dijî Îranê li ser Maseyê Ne

Avahîya Wezareta Derve
Avahîya Wezareta Derve

Malpera Wezareta Derve ya Amerîka bi zimanê Farisî bersiva îdia û gefeyên dawî yên berpirsên Komara Îslamî ya Îranê, derbarî armacgirtina bingehên Amerîkî da û hişyarî da ku divê Tehran henekan ligel serokê Amerîkayê neke.

Wezareta Derve îro Şemîyê li ser hisabê xwe yê zimanê Farisî li ser X nivisî “Me zanyarî hene ku Komara Îslamî ya Îranê bijareyekê amade dike bo armancgirtina bingehên Amerîkayê. Weku Serok Trump gelek caran tekez kiriye ku hemu bijare berdest in. Eger Komara Îslamî êrîşî berjewendîyên Amerîka bike, ewê rûbirûyê hêzeke pir mezin, pir bi şiyan bibe.”

Ev helwest çend demjimêran piştî daxuyanîya rêberê olî yê bilind yê Îranê Elî Xameneyî hat.

Xameneyî di gotarekê de bo alîgirên xwe nerazîbûna tevahîya gelên Îranê bi “tevlîhevkirina Amerîka” ve girêda û got, diyar e armanca xwepêşandanan “Tirsandina Îranê ye.”

Ev di demekê de tê ku her ji despêka xwepêşandanên Tehran û bajarên din dirûşmên serekî yên xelkê rasterast li dijî Komara Îslamî û rêberê wê bû bi şêweyekî ku sloganên "Mirin ji bo dîktator" diqîrîyan.

Rêberê olî yê bilind yê Îranê hewl da bergekî olî li ber nerazibûnan bike û got, heta li ser dema yekem Îmamê Şi'a “Şerê nerm” hebû Xwedê bê piştgirîya gel nikare ti karekê bike.

Ev yek li demekê tê ku li gor raport û vîdyoyan ji Pêncşem û Înê, hêzên li bin fermana rêberê Îranê rasterat teqe li xwepêşanderan kirin û bi hezaran kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG