Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance Vê Carê Beşdarî Danûstandinên ligel Îranê Nabe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê got ku cîgirê wî JD Vance dê beşdarî gera nû ya danûstandinên ligel Îranê li paytexta Pakistanê nebe.

Trump ji kanala ABC News re got ku di vê dema kurt de polîsê taybet ê Koşka Sipî dê nikaribe amadekarîyên ewlekarî ji bo Vance bike.

"Ev tenê ji ber sedemên ewlekarî ye. JD (Vance) baş e," Trump got.

Axaftinên Trump tên piştî ku wî wexteke zûtir îro Yekşemê ragihand ku danûstandkarên Amerîkî dê sibe Duşemê berê xwe bidin Îslamabadê, paytexta Pakistanê, ji bo gera duwem ya danûstandinên ligel rejîma Îranê.

Vance di gera yekê ya danûstandinên ligel Îranê de ku 11'ê Nîsanê li Îslamabadê pêk hatin, serkêşîya danûstandinên di navbera herdu welatan de kiribû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG