Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Dê Danûstandin bi Îranê re Roja Pêncşemê li Cinêvê Bibin

Steve Witkoff - Ebbas Eraqçî - Danûstandinên navokî yên Îranê
Steve Witkoff - Ebbas Eraqçî - Danûstandinên navokî yên Îranê

Rêveberîya Trump piştrast kir ku ew ê roja Pêncşemê li Cinêvê beşdarî gera sêyemîn a danûstandinên nerasterast bi rejîma Îranê re bibe, wekî beşek ji hewldana xwe ya ji bo misogerkirina peymanekê ku tê de rejîm dawî li lêgerîna xwe ya çekên navokî û çalakîyên din ên xerab bîne.

Karbidestekî Amerîkî, plana danûstandinên Cinêvê di daxuyanîyekê de ku roja Duşemê ji Dengê Amerîka re hat şandin, piştrast kir.

Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Albûsaîdî, ku di du gerên berê yên danûstandinên Amerîka û Îranê yên di destpêka vê mehê de li Mesqet û dûv re jî li Cinêvê, navbeynkarî kir, di postekê de li ser platforma X’ê gotibû ku ew ê careke din roja Pêncşemê li bajarê Swîsrayê navbeynkarîyê bike.

Di hevpeyvînekê de ku roja Şemîyê hate weşandin de, danûstandinkar û Nûnerê Taybet ê Amerîkî Steve Witkoff ji tora televîzyonê Fox News re got ku Serok Donald Trump jê re gotîye ku ji rejîma Îranê re bêje ku divê ew hemû pîtandina uranyûmê wekî beşek ji her peymanekê rawestîne.

Nûnerê aştîyê yê serok Trump, Steve Witkoff, roja Şemîyê di hevpeyvînekê de ligel Fox Newsê li ser Îran tekez kir ku serok Trump berî destpêkirina hevdîtinan rêbername û xetên sor ên zelal destnîşan kiribû û got ku eger Tehran îdîa bike ku bernameya wê ya navokî tenê ji bo armancên sivîl e, divê ew materyalên navokî yên hestdar vegerîne û pîtandina di astên bilind de rawestîne.

XS
SM
MD
LG