Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Hêzên wan û Îraqê Dehan Çekdarên Daişê Kuştin


Leşkerên Amerîkî dibêjin wan û hêzên Îraqî bêhtirî 50 çekdarên Daişê, di nav de jimarek kiomandarên gurûpê li bakurê Îraqê, meha borî kuştin.

Komandariya navendî ya Amerîka îro Yekşemê got di operasyoneka roja 30 meha borî de li parêzgeha Selahudîn 5 serkirde û bêhtirî 30 çekdarên din hatin kuştin, û rojekê piştre di operasyonekê de li çiyayên Mexmûr derdora 20 çekdar hatin kuştin.

Ew dibêje serkirdeyên di êrîşa yekem de hatî kuştin, ew berpirsbûn li dor hin êrîşan li sereanserî bakur û rojavayê Îraqê.

Sala borî Îraqê serkeftin dijî Daişê ragihand, lê gurûp bi berdewamî êrîşên belawela pêk tîne, bi taybetî li bakur.

Tundrewan hemî navçeyên ku li Îraq û Sûriyê kontrol kiribûn ji dest dan, lê hîn hin bingehên biçûk li rojhilata Sûriyê kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG