Di çarçoveya seredana xwe a ji bo Îraqê roja Sêşemê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack, piştî hevdîtinên li Bexda serdana Hewlêrê kir û li gel rayedarên Herêma Kurdistanê civiya.
Barrack li ser platforma Xê got ku ew û Serokê Hikumeta Herêma Kurditanê Masrour Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Îraqeke aram, xwedî serwerî û geş dikin û nêrîna Serokê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn a nû de hemfikir bûn, û dîyar kir ku gotûbêjên wan derfetên girîng di rêya pêşerojê ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de pêş xistin.
Ji alîyê xwe ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesaba xwe ya X'ê، ragihand ku wan di vê hevdîtinê de hevkarîyeka nû di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de dane destpêkirin.
Barzanî spasiya piştgiriya Amrîkayê û dostaniya Serok Donald Trump ligel gelê Kurdistanê kir.
Wî diyar kir ku di civînê de behsa giringiya pêşvebirina weberhênana di warên aborî, bazirganî û enerjiyê de kirin. Herweha her du aliyan tekez li ser piştgiriya hikûmeta federal a nû ya Îraqê kirin, daku li ser bingeheke destûrî û bi awayekî wekhev xizmeta hemû gelê Îraqê bike.
Li ser asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê, Barzanî got ku wan girîngî daye ser çalakkirina parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê û bidawîanîna qeyrana siyasî di zûtirîn dem de.
Balyozê Amerîkî Tom Barrack dîsan di daxuyanîyeke din de li ser X'ê got ku wî "li ser navê Serok Trump pêşwazî li rêberên Yekîtî Niştimanî Kurdistan Bafel Telabanî û Qubad Talebanî kir da ku li ser berjewendiyên hevpar di avakirina hevkariyek bihêz û sûdmend a Amerîka-Iraqê de danûstandin bikin. "
"Min pêşwazî li piştrastkirina wan kir ku Îraq dikare bi bandor serweriya xwe biparêze û bi tevahî şiyanên hevkariya xwe bi Amerîka yê re bikar bîne," Tom Barrack got.
Daxuyanîya Hikumeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nûnerê Taybet, Tom Barrack, diyar kir ku "Serokê Amerîkayê Donald Trump girîngiyek taybet dide gelê kurd, herêma Kurdistanê û serokatiya wê."
Kîfah Mehmûd Sinjarî gote Dengê Amerîka ku Serdana Barrack gelek giringe û piştgîrîya Amerîka û serok Trump ji bo Kurdistanê nişan dide û wê bandoreke baş hebe ji bo çareserkirdina hemû pirsgirêkan di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Sînjarî dibîne ku serdana Barrack dibe ku harîkar be ji bo çalak kirina danûstandinan di navbera hemû alîyan û lezkirin di proseya pêkînana Hikumetek nû de, li Herêma Kurdistanê.
Hêjayê gotinê ye ku çavdêr dibêjin ku Parlamena Kurdistanê ji hilbijartinên 2024'an vir ve bi rewşek "bêçaretiya siyasî" re rû bi rû ye û nehatîye çalak kirin.
Çavdêr herwiha dibêjin ku nakokiyên di navbera hêzên opozîsyonê û her du partiyên sereke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) parlamen asteng in, ku parlamena herêmê nayê çalakirin û nikarîne ji bo avakirina hikûmetek lihev bikin.