WASHINGTON - Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Pêncşemê ragihand ku wê cezayên nû danîne ser Îranê û komên wê yên çekdar ên li Îraqê.
Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de got “Cîgirê Wezîrê Neftê yê Îraqê Elî Me'aric Behadlî qaçaxçîtîya petrola Îraqê dike da ku bi vî pereyî alîkarîya rejîma Îranê û komên wê yên çekdar ên li Îraqê bike.”
Wezaretê herwiha ragihand ku wan ceza danîn ser sê fermandarên mezin ên komên çekdar Ketayîb Seyîd El Şuheda û Esaîb Ehl El Heq yên Îraqê ku girêdayî Îranê ne.
Di daxuyanîyê de, wezaretê soz da ku “Amerîka dê rê nede van koman û komên wekî Ketayîb Hizbullah ku girêdayî Îranê ne.”
Wezaretê herwiha got “Ev kom êrîşî mirovên Amerîkî û avahîyên fermî li Îraqê dikin.”
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent di daxuyanîyekê de got “Rejîma Îranê mîna komeke dizan e. Wezareta Xezîneyê bêdeng namîne dema ku artêşa Îranê petrola Îraqê bi kar tîne da ku pere bide şerê li dijî Amerîka û hevalbendên me.”
Ev ceza di demekê de tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Projeya Azadîyê rawestandîye û çaverê ye ku Îran mercên Amerîka yên rêkeftineke bipejirîne.