Karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku Amerîka destûr daye Îraqê ku jibo elektrîkî bi rêka bankên ne Îraqî diravan bide Îranê.
Washington bi vê gavê hêvî dike ku rê li ber Tehranê bigire ku ew di germa pir ya havînê de elektrîkê qut neke.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken destûra ser deyndana bi rêka bankên ne Îraqî jibo 120 rojan îmza kir.
Tehranê di demên borî de gaza xwezayî ya jibo Îraqê birî, kapasîteya Îraqê ya jibo çêkirina elektrîkê teng kir, elektrîk ji ser wir birî û zor da Bexda ku ji Amerîka bixwaze ku ew rêkên bankayan veke.
Berpirsê Amerîkî dîyar kir ku jiber vê zexta Îranê divê ew alîkarîya Îraqîyan bikin.
Wî got ku Îraqîyan xwestiye ku qedexe werin sist kirin û wan jî qebûl kiriye.
Niha ne zelal e ku ewê Îran bi van tevgeran li hember Îraqê nerm bibe yan ne.
Tehran dikare bibîne ku zexta wê ya li ser Bexda kêrî wê tê û dikare wê zextê bidomîne.
Mîsyona Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser biryarên dawî ti şirove nekir.
Hêjay balkişandinê ye ku Îraq hewceyî destûra Amerîka ye ku bikaribe bi rêka bankên ne Îraqî heqê elektrîkê ji Îranê bikire.
Îran ji 2018’an vir ve bi toleyên berfireh yên Amerîka re rûbirû maye ku serokê wê demê Donald Trump, Washington ji peymana navokî ya sala 2015’an vekişîbû.
Trump bawer dikir ku ewê zexta zêde ya li ser Tehranê bike ku ew sînordarkirinên ser bernameya navokî qebûl bike.
Jêder: Reuters