Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wîlayeta Florîda Îro Rastî Bagera Hovane ya Irma Dibe


Bagera Irma ya ku îro Yekşemê gihîşte qeraxa başûr û rojavayê wîlayeta Florîda, bihêztir bû û asta ba û baranê bilind kir.

Niha bahoza pile 4, Irma, ku beza wê nêzîkî 220 kîlometir e di demjimêrekê de, pêşbîne hin navçeyên wîlayetê rastî hilweşandineke berferh bike.

Wîlayetê bagereke wiha mezin di sed salî de nedîtiye.

Bagerê berbanga îro hinekî berê xwe bêhtir da aliyê başûrê rojhilat, di demekê de pêşbîn bû bêhtir li bajarê Miyamî be, ku li aliyê başûrê rojhilat e.

Hakimê Florîda Rick Scott doh êvarî ji rûniştvanên wîlayetê re got” em di rewşeke awarte de ne” û bang li wan kir ku ji navçeyên bin gefê birevin.

Wî got:

“ev derfeta we ya dawî ye ku hûn biryara durist bidin.“

Hurricane Irma
Hurricane Irma

Scott her wiha daxwaz ji karmendên tenduristî û tengaviyan kir ku tevlî operasyonên alîkariyê bin piştî bagerê.

Hêjayî gotinê ye bêhtirî 75,000 kes derbasî derdora 400 bingehên awarte yên vehewandinê bûn li wîlayetê û ta amadekirina vê raportê 76,000 mal bê eliktirîk in.

XS
SM
MD
LG