Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Amerîka de 5 Çekdarên Îraqî yên bi Piştgirîya Îranê li Nêzî Kerkûkê Hatin Kuştin


Hêzên Amerîkî li pêş bingeha Eyn el Esad ya li Anbarê (Arşîv)
Hêzên Amerîkî li pêş bingeha Eyn el Esad ya li Anbarê (Arşîv)

Sê jêderên ewlekarî yên Îraqî ragihand ku Amerîka bi êrîşeke esmanî li nêzî Kerkukê 5 çekdarên Îraqî yên bi piştgirîya Îranê kuştin ku hazirîya êrîşeke dijî hêzên Amerîkî yên li welêt dikirin.

Karbidestekî Amerîkî jî piştrast kir ku wan êrîşa berevanîya rêwa ya li nêzî Kerkukê li dar xist.

Berxwedana Îslamî ya li Îraqê ragihand ku 5 endamên wê hatine kuştin û dijî hêzên Amerîkî soza tolhildanê da.

Berxwedana Îslamî ya li Îraqê, ku navê komên girêdayî Tehranê ye, berpirsîya jimareke êrîşên dijî hêzên Amerîkî girtibû ser xwe.

Do Yekşemê serê sibê, karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku dijî herêma hêzên Amerîkî û hêzên navneteweyî ya li Rumalyn ya li rojhilatê bakurê Sûrîyê êrîşên roketî li dar ketine, lê ti kes nehatiye kuştin û binesazîyê ti zarar nedîtiye.

Komên çekdar yên Îraqî jiber piştgirîya Washingtonê ya jibo Îsraîlê ji Cotmehê vir pirtir ji 70 êrîşên birin ser hêzên Amerîkî.

Êrîş dema navbera mirovahî ya Îsraîl û Hamasê sekinîn, lê piştre jinûve destpê kirin.

Amerîka bi êrîşên dijî hêzên çekdar yên girêdayî Îranê bi kêmî ve 10 çekdar kuştin.

Hikûmeta Îraqê ser wan êrîşan dîyar kir ku girjîya li welêt gur dikin û Washington bi binpêkirina serwerîya wê tawanbar kir.

Li Îraqê 2500, li Sûrîyê 900 leşkerên Amerîkî hene û ew di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de alîkarîyê didin hêzên herêmî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG