Ajansa Reutersê ji zarê sê jêderan ragihand ku Washington û Bexda ser bidawîkirina hebûna leşkerî ya koalîsyona navnetewî danûstandinan dikin.
Li gor wan jêderan Washingtonê peyama xwe ya ser mijarê bi Balyoza Amerîka ya li Îraqê Alina Romanowski roja Çarşemê daye Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên.
Sê jêderan got ku Washingtonê bo vekîşîna hêzên Amerîkî şertên pêş dane ber Bexdayê ku li gor yekê divê pêşî êrîşên dijî wê yên komên mîlîtanên Îraqî yên ku Îran piştgirîyê dike rawestin.
Wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku nameyeke “girîng hatîye dayîn û dîyar kir ku serokwezîrê welêt Mihamed Şîa El-Sudanî wê nameyê bi baldarî binirxîne, llê wezaretê pirtir hûrgilî neda.
Çaverê ye ku danûstandinên di navbera Washington û Bexdayê herî kêm çend mehan bidomin.
Li Îraqê 2500 û li Sûrîyê jî 900 hêzên Amerîkî hene ku Washington dibêje ew şêwirmendî û alîkarîya hêzên xwecîhî dikin ku rê li ber vejandina Dewleta Islamî (DAIŞ) digirin.
Bi sedan hêzên ji welatên din jî li Îraqê hene ku piranîya wan Ewrupî ne.
Ji destpêka şerê Gaza vir ve, hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê zêdetirî 150 caran rastî êrîşên çekdarên girêdayî Îranê hatine û Amerîka êrîşên tolhildanê pêk tînin.
Loma ser hebûna hebûna leşkerî ya koalîsyona navnetewî li Îraqê givaştineke mezin derketîye holê.
Jiber zêdebûna tundîyê, serokwezîr Sudanî daxwaza derketina demûdest ya hêzên bi seroktîya Amerîka bi rêya danûstandinan dike. Wê peyvajoyê sala borî destpê kiribû lê ew jiber şerê Gaza rawestîbû.
Sudanî dibêje ku dawîkirina wan hêzên navnetewî jibo ewlekarî û aramîya Îraqê pêdivî ye.
"Amerîka û Îraq ser destpêkirina dîyaloga Komîsyona Bilind ya Leşkerî ku di meha Tebaxê de hatibû ragihandin, nêzî lihevkirinê ne," karbidestekî Amerîkî got.
"Em bi mehan e li ser vê yekê nîqaş dikin. Dem ne girêdayî êrîşên dawî ye. Amerîka wê dev ji mafê xweparastinê bernede."
Karbidestên Îraqî û Amerîkî hêvî dikin ku bi fermî destpêkirina danûstandinan givaştina sîyasî ya ser hikûmeta Sudanî û êrîşên ser hêzên Amerîkî kêm bibin, jêderan got.