Karbidestekî bilind yê rêveberîya Serok Biden roja Duşemê got ku Şêwirmendê Ewlehîya Netewî Jake Sullivan vê heftê serdana Îsraîlê dike bo guftûgoyên dûr û dirêj li gel Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett li ser bernameya navokî ya Îranê.
Karbidestê bilind her wiha got Rêvebirê Konseya Ewlehîya Netewî bo Rojhilata Navîn Brett McGurk û karbidestên din yên Amerîkî jî tevlî sardana Jake Sullivan dibin û wê li gel Serokê Filistînê Mehmûd Abbas li Kenara Rojava hevdîtinan pêk bînin û li ser xurtkirina tekîliyên Amerîka û Filîstînîyan biaxifin.
Hêjayî gotinê ye ku di serdanê de dê bêtir li ser gefa Îranê bisekinin ku navbeynkar dibêjin di guftûgoyên li Viyenayê li ser jinûvekirina peymana navokî ya 2015ê, Îran helwesteke giran nîşan dide.
Karbidestê rêveberîya Serok Biden ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re got ku Amerîka û karbidestên Îsraîlê di nav hefteyên bê li gel Iranê wê çawa bibe biaxifin.
Karbidestê Amerîkî got “Em ê li ser bernamaya navokî ya Îranê biaxifin û çend demnamê. Ew ê baş bibe ku em rastexwe li ser gûftûgoyan biaxifin û li ser wê yekê bisekinin ku wextê me pir nemaye.”
Karbidestekî bilind yê Amerîkî hefteya borî ji Denge Amerîka re got ku Amerîka bawer dike wexta Îranê ya dewlemendkirina uranyumê bo çeka navokî niha pir kêm û metirsîdar e. Îran hemû iddîayên hewldanên wê yên çêkirina çeka navokîyê red dike.
Karbidestê rêveberîya Biden dibêje ku Îsraîl û Amerîka bi temamî li hev tên ku divê pêşîya Îranê bo çêkirina çekên navokî bê girtin.