Rawêjkarê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî Jake Sullivan di daxuyaniyekê de got, Amerîka pêşwazîyê li sozên ku roja Yekşemê ji hêla Îsraîl û Rêveberiya Filistînê ve ji bo kêmkirina girjiyan û pêşîgirtina li tundûtûjiyê hatine dayîn dike.
Sullivan derbarê civîna Aqabayê da wiha got: "Em dizanin ku ev civîn xaleke destpêkê bû û di hefte û mehên pêş de gelek kar pêwîst e ji bo avakirina pêşerojeke aram û bextewar hem ji bo Îsraîl û hem jî ji Filistîniyan re."
Wî got ku "Pêkanîn dê pir girîng be."
Nûnerên Îsraîlî û Filistînî îro Yekşemê li Urdunê dest bi danûstandinan kir, û medyaya dewletê got ku civîna "siyasî-ewlehî" bi armanca vegerandina aramiyê ye piştî tundûtûjiya kujer di van demên dawî de.
Hevdîtin di demekê de bû ku fikarên navnetewî li ser tundbûna aloziyên di navbera Îsraîl û Filistîniyan de hene.
Çavkanî: Reuters/AFP