Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, îro Pêncşemê 14'ê Tîrmeha 2022'an li Otêla Waldorf Astoria ya Qudsê di merasîmekê da soza ewlehiyê îmze kirin.
Dema Biden danûstandinên dualî li Orşelîmê dike karbidestekî Amerîkî got Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid îro Pêncşemê dê "daxuyanîyek" ewlehîyê îmze bikin ku tê de enîya xwe ya yekgirtî li dijî Îranê piştrast dikin.
Rayedarekî ji rêveberiya Biden, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: "Ev daxuyanî pir girîng e û tê da pabendbûnek heye ku çu carî rê nede Îranê ku bigihîje çekek navokî û dê li ser çalakiyên bêaramîyê yên Îranê raveste, bi taybetî gefên li ser Îsraîlê."
Biden roja Çarşemê gehişte li Balafirgeha Ben Gurion li nêzîkî Tel Avîvê ji bo yekem gera Rojhilata Navîn ya serokatiya xwe, ku dê digel rêberên Îsraîlî û Filistînî bicive berî ku biçe Erebistana Siûdî.
Yair Lapid, rêberê demkî yê Îsraîlê berî hilbijartinên meha Mijdarê, berê gotibû di hevdîtinên xwe yên digel serokê Amerîkayê da Îran dê bibe rojeva sereke.
Rayedarê Amerîkî got daxuyaniya ku ew îmze dikin dê "têkiliyên qahîm yên di navbera welatên me de û berfirehkirina pêwendiya ewlehiyê ya ku demek dirêj e di navbera Amerîka û Îsraîl da heye" dubare bike.
Karbidestekî Îsraîlî jî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku ev belge "dê bibe nerîtek zindî ya kalîte, tenduristî, berfirehî, kûrahî û nêzîkbûna têkiliyên Amerîka û Îsraîlê."
Îsraîl bi tundî li dijî peymana navokî ye ku Îranê di sala 2015an de digel hêzên cîhanê îmze kirî û ya ku Biden hewl dide jinûve zîndî bike, piştî ku serokê berê Donald Trumpî piştgirîya Amerîkayê bo peymanê vekişandî.
Biden got ku vekişîna ji peymana dîrokî "şaşiyek mezin" bû.
Serokê Amerîka di hevpeyvînekê de ku roja Çarşemê di kanala 12 ya Îsraîlî da hatî weşandin, got Îran "niha ji berê zêdetir nêzîkî çekeke navokî ye".
Biden li ser pirsa gelo dê Amerîka hêzê bikar bîne da ku rê li ber bidestxistina çekên navokî yên Îranê bigire yan na, Biden got: "Heke ev çareya dawî be, erê."
Piştî hevdîtina digel Yair Lapid serok Joe Biden dê danûstandinên piralî li ser veberhênanê digel Hindistan û Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî bike, ku ew dê ser înternetê beşdarî civînê bibin.
Ji bilî hevdîtina digel Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog, Biden dê digel serokê opozêsyona Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî hevdîtinên kurt pêk bîne.
Dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê dê ji bo rêveberiya Biden di gera xwe ya herêmî de wekî mijara sereke bimîne jiber bilindbîna nirxê petrolê ku dê bibe mijara danûstandinên digel rayedarên Siûdî.
Serok Biden dê hewl bide ku Erebistana Siûdî razî bike ku pirtir petrolê derxîne da ku bihayan bîne xarê, ku piştî çend deh salekan enflasyona Amerîkayê rakirîye astên herî bilind.
Serok Biden roja Çarşemê banga Waşîngtonê ya jibo çareserîya du dewletî nû kir, lê biryara Trump ya nakokî ya naskirina Orşelîmê wek paytextê Îsraîlê betal nekir.
Li ber e ku Biden roja Înê li Beytlehmê, li Kenarê Rojava ya dagirkirî, digel serokê Filistînê Mahmud Abbas bicive û soza piştgiriya aborî ya Amerîkayê bide.