Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Serokê Çavlirêkirî yê Amerîka ye


Piştî wergirtina Joe Biden 20 dengên desteya hilbijêran li wîlayeta Pennsylvania, karibû bigihe asta 270 dengên pêwîst ji bo serokatîya Amerîka. Ji ber vê yekê çavlirêye ku ew bi fermî bibe serokê hilbijartî yê Amerîka.

Kandîdê Demokrat Joe Biden Biden, ku 36 salan di sînatoya Amerîkî de xizmet kir û 8 salan cîgirê serokê berê Barak Obama bû, hat pêşbînkirin ji aliyê dezgehên nûçeyan ve ku li beramber serokê Amerîka û kandîdê Komariyan Donald Trump bi ser ket.

Encamên dawî hîn bi awayekî fermî nehatine piştrastkirin û renge ew rastî keysên yasayî bibin û derbasî dadgehan bin.

Serkeftina Biden tê piştî wergirtina bêhtirî 170 deng ji 538 dengên desteya hilbijêran(Electoral College).

Trump dibe serokê sêyem di 40 salên borî de ku piştî 4 salan, hilbijartinan jidest dide.

Serkeftina Biden hat piştî çend rojan ji Hilbijartinên serokayetîya Amerîka, ku proseya hejmartina dengan bi derengî ket, ji ber şandina dengan bi rêya postê û li 6 wîlayetan proseya hejmartinî hîn jî bi temamî bidawî nehatiye.

Biden yê ku di dema wergirtina posta serokatîyêî de dê 78salî be, di hewla xwe ya sêyem de bi ser ket, piştî têkçûna ku di hewla kandîdkirina ji aliyê Partiya Demokrat ve di salên 1988 û 2008an de.

Tê zanîn ku cîgira wî, sînatora wîlayeta California Kamala Harris, dê bibe yekem jin ku di244 salên dîroka de dibe cîgira serok.

XS
SM
MD
LG