Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ragirtina Vaksîna J&J Bi Dawî Tîne û Dayîna Derzîyên Wê Berdewam Dike


Berpirsên mezin ên saxlemîyê got Amerîka dikare bikaranîna vaksîna Johnson & Johnson ya COVID-19 berdewam bike, piştî ragirtina wê ya 10 rojan ji bo vekolînên girêdayî bi pêwendîya wê bi tîrbûna xweînê re.

Navenda Nehîştin û Kontrolkirina Nexweşîyan (CDC) û Rêveberîya Derman û Xwarinan(FDA) got ku metirsîya derketina pirsgirêk û nexweşîyan di encama vaksînkirinê de gelekî nizm e. Wan 15 keys di nava 8 milyon derzîyên ku hatî dayîn de dîtin.

Rêvebira CDC Rochelle Walensky roja Înê di konferanseka rojnamevanî de got:

“Em êdî şîretan nakin ku ev vaksîn were ragirtin... Li gor vekolînên kûr, pêwendîyek heye lê metirsî gelek nizm e.”

Berpirsên FDA got biryara berdewamkirina vaksîna J&J di cih de derbasî warê cîbicîkirinê dibe û dê dayîna derzîyan roja Şemîyê berdewam bibe.

XS
SM
MD
LG