Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Johnson: Em ne Polîsên Cîhanê ne û Dem Hatiye ku Xelkê Îranê Gavan Bavêje

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson
Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson got ku dem hatiye ku gelê Îranê derkeve pêş û vê derfetê bikar bîne da ku çarenûsa xwe diyar bike ji ber ku "em nikarin beşdarî avakirina neteweyê bibin. Em ne hêza polîs a cîhanê ne."

Ev axaftin di demekê de tê ku operasyona Amerîkayê ya li dijî rejîma Îranê dikeve roja xwe ya pêncemîn. Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê roja Sêşemê got ku “zêdetirî 50,000 leşkerên Amerîkî, 200 balafirên şer, du keştîyên firokhilgir û bombeavêj di operasyonê de beşdar in, û alavên din jî di rê de ne.”

Mike Johnson got ku hîn kes nikare piştrast be ku "ev yek dê çawa biqede", nemaze ji ber ku hêzên Amerîkî "çendîn ast" ji rayedarên rejîma Îranê ji nav birine.

Johnson anî ziman ku, "Dem hatiye ku gelê Îranê derkeve pêş û ji vê derfeta ku demeke dirêj li bendê bû, sûd werbigire ji bo azadîyê."

Wî tekez kir ku "Em vê yekê han didin û em hêvî dikin."

Mezinê yasedanerên Amerîkayê got"Hevpeymanên Amerîkayê di NATO û li çaralîyê cîhanê de rewşê dişopînin û bi hêvî Îranîyan han didin û amade ne ku alîkariyê bikin eger pêwîst be."

Serkirdeyê Komarî got, "Em nikarin beşdarî avakirina neteweyê bibin. Em vê yekê nakin. Em ne hêza polîs a cîhanê ne. Amerîkayê pirsgirêkên xwe bi xwe hene."

"Ez bawer im ev pêşveçûneke pir girîng e ji bo mirovên li wir ku li ser lingên xwe bisekinin û vê derfetê bikar bînin. Em hêvî dikin û dua dikin ku ew vê bikin û êdî mirovên bêguneh neyên kuştin," Johnson got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG