Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Amerîkî Daliqandina Rahênanên Leşkerî li Nîvgirava Korî Gotûbêj Dikin


Berpirsên rade bilind ên Amerîka roja Înê kom bûn ji bo gutûbêjkirina daliqandina rahênanên leşkerî yên Amerîka û Korya Başûr ku bi dirêjiya dehan sal birêve diçûn.

Rahênan, piştî kombûna serokên Amerîka Donald Trump û serokê Korya Bakur Kim Jong Un, hatin rawestan.

Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagon di daxuyaniyekê de got wezîrê berevaniyê James Mattis, wzîrê derve Mike Pompeo, generalê serkirdayetiya hevbeş Joe Dunford û rawêjkarê serok ê ewlehiya niştimanî John Bolton” hewlên cîbecîkirina encamên Kombûna” Singaforê gotûbêj kirin.

Daxuyaniya peyvdara Pentagon Dana White got daliqandina rahênanan, programa bi navê “Freedom Guardian” li gel du programên Korî vedihewîne.

Freedom Guardian bi awakî normal di meha Tebaxê de dibû, 3 hezar serbazên din ên Amerîka ji derve li gel 50 hezar leşkerên Korya Başûr tevlî programê dibûn.

Korya Bakur gelek caran daxwaza rawestana van rahênanên leşkerî kir û ew wek amadekariyên şer binav dikir.

XS
SM
MD
LG