Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Amerîka ji bo Çekdarkirina Kurdên Îranê di Danûstandinên Çalak de ye

Raporteke kenala nûçeyan a Amerîkî CNN ji zarê çend çavkanîyan dibêje ku Ajansa Agahdarîyên Navendî(CIA) li ser planeke çekdarkirina hêzên Kurdî dixebite da ku serhildaneke gelêrî li Îranê xurt bike.

Li gorî çavkanîyan, rêveberîya Trump bi hêzên opozîsyona Îranê û serkirdeyên Herêma Kurdistana Îraqê re di danûstandinên çalak de ye da ku piştgirîya leşkerî peyda bike.

Raport dibêje ku hêzên Kurdên Îranê bi hezaran leşkerên xwe li ser sînorê Îran û Îraqê hene, ku bi piranî li Herêma Kurdistana Îraqê bicih bûne.

Di demên dawî de, çend hêzên siyasî yên Kurd hevpeymanîyek ava kir da ku bi hev re li dijî Komara Îslamî şer bikin. Wan daxuyanîyek belav kir û bang li artêşa Îranê kir ku ji hikûmetê veqete. Di vê navberê de, Pasdarên Îranê bi dehan dron çeperên wan kirin armanc.

CNN dibêje ku serok Trump roja Sêşemê bi Mistefa Hicrî, serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê re axivîye. Karbidestekî payebilind ê Kurd ê Îranî ji CNN re gotiye ku tê pêşbînîkirin ku hêzên Kurdî di rojên pêş de beşdarî operasyoneke bejayî li rojavayê Îranê bibin û hêvî dikin ku piştgirîya Amerîka û Îsraîlê werbigirin.

Li gorî çavkanîyên Amerîkî, her şandineke çekan bo hêzên Kurdên Îranê dê pêwîstî bi hevkarîya berpirsên Kurdistana Îraqê hebe da ku kelûpel bi rêya Herêma Kurdistanê werin veguhastin û wekî baregehek operasyonan werin bikaranîn. Kesekî ku bi mijarê dizane gotiye ku armanc ew e ku hêzên Kurdî hêzên ewlehîyê yên Îranê tevlê bikin û bi wan re têkilîyan daynin da ku rê li ber hebûneke berfirehtir li bajarên mezin vekin.

Kesekî ku agahdarî hevdîtinan e ji CNN re gotiye ku hizir ew e ku hêzên Kurdî bala hêzên ewlehîyê yên Îranê bikişînin da ku sivîlên bêçek ên li bajarên mezin, bêyî ku bi komkujiyeke din a mîna nearamîyên Çile re rû bi rû bimînin, derkevin kolanan.

Karbidestekî din ê Amerîkî gotiye ku Kurd dikarin bi afirandina tevlihevîyê li herêmê çavkanîyên leşkerî yên hikûmeta Îranê bikişînin.

Di vê navberê de, çavkanî dibêjin ku artêşa Îsraîlê di rojên dawî de çeperên leşkerî yên Îranê yên li nêzî sînorê Îraqê kirine armanc da ku rê ji hêzên Kurd re veke da ku bikevin Îranê û dibe ku êrîş di rojên pêş de zêde bibin.

CIA red kiriye ku li ser rapora CNN şîrove bike.

Şîrovekarê ewlehîya neteweyî yê CNN Alex Plitsas, ku berpirsekî berê yê Pentagonê ye, got, "Amerîka bi eşkere hewl dide ku bi çekdarkirina Kurdan pêvajoya hilweşandina rejîma Îranê bilezîne."

Lê çavkanî dibêjin ku her piştgirîya Amerîka û Îsraîlê ji bo hêzek bejayî ya Kurdî dê hewceyî piştgirîyeke berfireh be. Nirxandinên îstîxbarata Amerîkî nîşan dane ku Kurdên Îranê niha ne xwedî bandor û çavkanîyên pêwîst in ji bo ku serkeftina serhildanekê misoger bikin.

Raport dibêje ku komên opozîsyona Kurd xwedî dabeşbûnên navxweyî, girjîyên dîrokî, cûdahîyên îdeolojîk û rikeberîyên siyasî ne, û hin berpirsên rêveberîya Trump xemên xwe li ser niyazên wan anîne ziman.

Berpirsekî rêvebirîya Trump gotiye ku "Dibe ku ji bo Amerîkîyan ewqas hêsan nebe ku hêzek wekîl razî bikin ku li ser navê wan şer bike. Hûn bi komek mirovan re mijûl dibin ku li berjewendiyên xwe digerin. Pirs ew e ku gelo di berjewendîya wan de ye ku tevlî bibin yan na."

Gelek berpirsên rêveberîya Trump hişyarî dane ku hêzên Kurdî di demên berê de ji karê bi Amerîkayê re bêhêvî bûne û bi berdewamî hest kirine ku ji hêla Amerîkayê ve hatine terikandin. Ji ber vê yekê, ew ditirsin ku eger serhildan têk biçe û Amerîka neçar bimîne ku herêmê biterikîne, Kurd dê careke din ji Amerîkayê bêhêvî bibin.

XS
SM
MD
LG