Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrûr Barzanî: Tom Barak di Pêwendiyekê de Sersaxîya Me kir

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasîya Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê Tom Barack kir ji bo sersaxiyên wî yên li dor kuştina şeş Pêşmergeyan.

Barzanî got ku ew bi telefonê bi Tom Barack re axivîye, ku "sersaxîyên xwe ji bo şehîdbûna şeş Pêşmergeyên qehreman û hevxemîya xwe ji me re ragihand.

"Em hevkarîya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de di vê dema hestîyar de bi bilindî dinirxînin û li bendê ne ku hevdîtinên me berdewam bikin," wî got.

Di êrîşa mûşekî ya balîstîk a roja Sêşemê de li ser baregeha Pêşmergeyan li navçeya Soranê şeş Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîş wekî "terorîst" bi nav kir û got ku mafê Herêma Kurdistanê heye ku êrîşan rawestîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani roja Çarşemê got ku wan piştî bûyerê yekser bi Komara Îslamî re têkilî danîne.

"Ew lê mukur tên ku şaşî hatiye kirin û soz dane ku vê mijarê lêkolîn bikin. Wan sersaxiyên xwe ji Herêma Kurdistanê re şandine. Em niha li bendê ne ku bibînin ka Komara Îslamî ya Îranê dê çi bersivê bide Herêma Kurdistanê."

"Divê hikûmeta Iraqê desthilatên xwe wekî welatekî serwer bikar bîne. Pêşî divê êrîşên komên neqanûnî li ser Herêma Kurdistanê rawestîne. Ev erkê hikûmeta federal a Îraqê ye ku divê were bicihanîn," wî got.

Ji dema ku Operasyona Hêrsa Dastanî li dijî Komara Îslamî dest pê kir, Îran û komên wê yên kirêkirî hema hema rojane êrîşên bi dron û mûşekan li ser welatên herêmê, di nav de jîHerêma Kurdistanê, pêk tînin.

XS
SM
MD
LG