Karbidestên Amerîkî îro Sêşemê dibêjin ku Pentagon xebatên xwe dilezîne ku tankên Abrams bişîne Ukrayna û jibo wê armancê tankênkebin yên xebitandî jinûve nûjen bike.
Li gor nûçeyan AP, Pentagon armanc dike ku di nava 8 heta 10 mehan de 70 ton alavên şerkirinê bigehînin qada şer ya navbera Ukrayna û Rûsya.
Plana orjînal ya Amerîkî ew bû ku 31 tankên Abrams yên M1A2 bişîne Ukrayna ku çêkirin û gîhandina wan ji yek heta du salan dikşîne.
Lê, karbidestên Amerîkî îro didine zanîn ku wan biryar da ku versîyona M1A1 yên tankên Abrams ji embarên Pentagonê derxîninin û bişînin Ukrayna.
Karbidestên Amerîkî herwiha dibêjin ku hînbûn û karanîna van tankan û tamîrkirina wan jî hêsantir in.
AP bal dikişîne ku karbidestên Pentagonê wî îro vê biryarê bi fermî ji bîragiştî re eşkere bikin.