Piştî rûbirûbûna çar rojan, Kevin McCarthy yê Komarî wek serokê Encûmena Nûneran a Amerîkî hate hilbijartin û bû endamê herî bihêz ê Partiya Komarî.
Lê ew rol dikare ji wî re bibe reşxewnekê, ji ber ku ewê pêşengiya kutleyekê bike ku bi tundî serkirdayetiyê red dike.
Muhafizkar bi berdewamî Komarîyê payebilind yê Senatoyê Mitch McConnell rexne dikin ji ber ku ew bi lihevhatinên ji her rengî bi Demokratan re razî dibe û destpêka vê hefteyê hejmarek mihafizkar banga serokê berê Donald Trump red kir ku zû bikevin rêza McCarthy.
McCarthy yê 57 salî yê ji Kalîforniyayê di 15 gerên dengdanê de pêdariyek nîşan da û komek ji 20 dijberên tundrew ên rastgir ji hev xist, bi riya peydakirina lihevhatinên ku piraniya wan kişandin nav kampa xwe.
Wî şeva Înê ji rojnamevanan re got ku ewê bibe rêberekî bi bandortir ji ber dirêjbûna pêvajoyê.
McCarthy got: "Ji ber ku evqas dem dirêj bû, niha em fêr bûn çawa birêve bibin. Ji ber vê yekê niha em ê karibin vî karî bikin. Dawiya dawî, em ê bi bandortir û bikêrtir bin û bê guman dê hukûmet bêtir berpirsiyar be."
McCarthy bi desdanên mezin razî bû ji bo bidestxistina roleke pir girîng ku di asta duyemîn de ye di ofîsa oval de pişt Cîgira Serokê Amerîka ya Demokrat Kamala Harris. Di nav wan destdanan de jî, rêbendek ku her yek ji 435 endamên Encûmenê dikare di her kêliyê de daxwaza dengdanê bike ji bo rakirina McCarthy ji ofîsa wî.
Çavkanî: Reuters