Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: McGurk û Sîyaseta Derve ya Amerîka li Rojhilata Navîn


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden roja Înê şandîyê berê yê koalisyona navnetewî ya dijî Daişê Brett McGurk wek cordînatorê Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîka ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya bi nav kir.

McGurk di sala 2015an de, wek şandîyê koalisyona navnetewî ya dijî Daişê kar kir lê wî di sala 2018an de dest ji kar kişand piştî biryara serokê Amerîka yên li ser çûyînê Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê.

Şîrovekar dibêjin ku McGurk roleke berbiçav di xurtkirina hevalbendîya Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokrat de lîstîye û pêşbînîya wê yekê dikin ku hebûna wî di vê posta nû ya bilind de renge wê hevalbendîyê biparêze û bihêztir jî bike.

Tirkîyê guman li dor McGurk hene û wezîrê derve yê Tirkîyê di sala 2017an de xwestibû ku McGurk ji posta wî were avêtin ji bo ku ew piştgirîya hêzên Kurdên Sûrîyê dike, ku Tirkîyê wan wek terorîst dide nasîn.

Kandîdkirina McGurk ji bo vê posta nû li herêmê çawa tê xwendin?

McGurk çiqas şarezayê siyaseta Herêma rojhilatê navîn, Tirkîyê, Îran, Îraqê û Kurdan a?

Pêşbînîya çi guhertinan dibe di dema serokayetîya Joe Biden de û binvakirina tîmên hikûmet û rawêjkarên ewlekarîya niştimanî ya Amerîka çi peyam û nîşanan di derbarê sîyaseta derve ya Amerîka de didin.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Newaf Xelîl, rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ku li Almanya dimîne û Sîrwan Qiçço, rojnamevanê Dengê Amerîka ku li wîlayeta Virginia dimîne.

Sîrwan Qiçço û Newaf Xelîl
Sîrwan Qiçço û Newaf Xelîl

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, fayla deng veke

Hest û Helwest 1/12/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG