Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîrwan Haj Berko Behsa Bandora Medya Amerîkî li Herêmê Dike


Sîrwan haj Berko
Sîrwan haj Berko

Di demekê de ku cîhan bi tevahî nûçe û pêşketinên dawî yên belavbûna vîrusa koronayê dişopîne, dezgehên medyayî û çavkaniyên nûçeyan bala xelkê li her deverekê dikîşnin.

Medya Amerîkî jî, bi dezgehên xwe yên mezin ên ku ji nêzîk ve nûçeyên koronayê romal dikin, cihekî girîng di şopandina xelkê de digre, di nav de jî welatên ku Kurd lê dimînin.

Rêvebirê dezgeha medyayî ARTA FM Sîrwan Haj Berko di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, behsa rola medya Amerîkî û bandora wê di romalkirina belavbûna vîrusa koronayê de dike.

Ew dibêje, “medya Amerîkî roleke mezin di romalkirina belavbûna koronayê de dilîze û me wek dezgehên xwecihî li herêmê sûdeyeke baş jê wergirtiye.”

Haj Berko ku li Almanya dimîne, behsa helwesta rêveberiya Donald Trump li dor hin dezgehên medyayî yên Amerîka dike û dibêje ew pirsgirêkên navxweyî yên Amerîka ne û “em hewl didin xwe ji wan dûr bixin.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Sîrwan Haj Berko
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:25 0:00


XS
SM
MD
LG