Amerîka, Meksîko û Guatemala bi daxuyanîyeke hevbeş ragihandin ku ewê ser ewlekarî, hêzên parastinê û binesazîya sînor komeke sêqolî çêkin.
Di daxuyanîya hevbeş de hat gotin ku wê polîsên her sê dewletan ser kêmahîyên ewlekarîyê û planên operasyonan hevkarîyê bikin.
‘’Bi vê hewildanê wê hevkarîyên me yên jibo sivikkirina dijwarîyên li sînoran xurt û berfireh bibin.’’
Her sê dewletan li hev kirin ku ew ser rêkên koçberîyê tabloyên hevbeş çêkin û tevgerên jibo karsazîyê berfireh bikin.
Jêder: Reuters