Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guhertinên Koçberiyê yên Biden Hêvî û Fikarên Ser Sînorê Amerîka û Meksîko Zêde Dikin


Dîmeneke koçberên ku bo penaberiyê li benda gihîştina Amerîka ne.
Dîmeneke koçberên ku bo penaberiyê li benda gihîştina Amerîka ne.

Serokê Amerîka Joe Biden di roja dest bi kar kir vir ve, polîtîkayên serokê berê Donald Trump yên ser sînorê Amerîka û Meksîko bi dawî dike û diguherîne.

Biden, biryara Trump ya rewşa awarte ya neteweyî paşve kişand, avakirina dîwarê sînor yê nîqaşkirî yê Trump da sekinand û soz da ku veqetîna malbatên koçber û dersînorkirinên demûdest bi biqedîne.

Guherîna ji nişka ve ya sîyaset, hema hema di şevekê de şert û bendêwarîyên koçberên li ser sînor guherand ji bo bi sed hezaran koçberên ji Meksîko û Amerîkaya Navîn hêvîya vegera ser sînor û bo rêkên bêtir ya statûya hiqûqî zîndî kir.

Lê, ji alîyên din fîkarên hêzên ewlehîyê û welatîyên hereme yên derbarê vegera karwanan, kaos û îhtîmala tundîtjîyê jî zêde kir.

Guherandinên sîyaseta derbarê sînor de , di vê heftê ye bi lezgînî berdewam kir.

Medya Amerîkî ragihand ku rêvebirîya Biden dixwaze piranîya dêûbav û zarokên ku bo peneberîyê ji sînor derbaz dibin, pişti hanina wan, di nava 72 demjimêran de serbest berde.

Pêvajoya bilez dê, tevî çêkirina testên COVID-19 û lêpirsîna derbarê sûcdarîya wan kesan û hin şertên din hebe.

Sîyaseta nû, ji polîtîkayên revebirîya Trump û Obama veguherîneke berbiçav destnîşan dike ku.

Li gor rêgezên berê, hezên ewlehîyê mafdar bûn ku malbatab heya 21 rojan deter bikin.

Karbidestekî payebilind yê Koçberî û Gumrikê hîşyar dike ku, guhertin dibe ku îsal hêj bêtir rê li ber pirtir hatina biçûkan û malbatên koçber veke.


XS
SM
MD
LG