Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamala Harris Dê ji bo Pêşnîyareka Çandina Daran bi Serokê Meksîkê re Biaxive


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris
Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris

Wezîrê derve yê Meksîkê îro Şemîyê got ku Kamala Harris, cîgira serokê Amerîka dê roja 7 Gulanê bi serokê Meksîk re biaxive li dor programa wî ya çandina daran li Amerîka Navendî, wek rêyekê ji bo kêmkirina perîşanî û koçberîyê.

Kombûna bi rîya Vîdyo dê her wiha wezîrê aborîya Meksîkê vehewîne, li gor Twîteka wezîrê derve Marcelo Ebrard.

Serokê meksîk Anders Manuel Lopez Obrador pêşnîyar kirîye ku hikûmeta Amerîkî vîzayên demkî yên kar bide wan kesên ku dê bibin beşek di programa çandina daran de.

Ew pêşniyar dike ku piştre jî Amerîka nasmeya Amerîka bide wan karmendan.

XS
SM
MD
LG