Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Amerîka li gel Meksîk Ewlekariya Sînor bi Rêzdarî Xurt Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û yê Meksîkê Luis Videgaray
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û yê Meksîkê Luis Videgaray

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo dibêje wî bi rêzdarî rewşa ewlehiya sînor di kombûnên xwe de li gel serkirdeyên Meksîkê bihêz kir, di çarçoweya serdana xwe ya Meksîko ya paytext de ji bo kombûna li gel serok û serokê hilbijartî yên welêt.

Berpirsên Meksîkê bang li Amerîka kir ku destê malbat û zarokên wan, ên bi awakî ne yasayî sînor derbaskiribûn û hatine girtin, bigihîne hev

Pompeo piştî axaftinan got Amerîka “pêgir e bi pîvanên ku ewlekariya herdû aliyên sînor piştrast dikin.”

Yek ji sozên helmeta Trump a serokatiyê, ew bû avakirina dîwarekî di navbera Amerîka û Meksîkê de ji bo rawestandina derbasbûna ne yasayî ya koçberan.

Wê demê Trump soz da ku dê Meksîk pereyên avakirina dîwar bide.

Pompeo got wî û şanda Amerîka, di nav de jî zavayê serok Jared Kuşner û sekretera ewlekariya niştimanî Kirstjen Nielsen, her wiha mijara bazirganiyê li gel berpirsên Meksîkî gotûbêj kir.

XS
SM
MD
LG