Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî li Meksîkoyê Gotûbêjên Ewlekarî Pêk Tînin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bala xwe dibe ser gotûbêjên ewlekarîyê ligel Meksîkoyê, piştî ku li ser xweşkirina peywendîyan ligel Fransa kar kir.

Piştî rawestanekê roja Pêncşemê li wîlayeta Kalîfornyayê, Blinken diçe paytexta Meksîkoyê, Meksîko City, û tevlî Wezîrê Ewlekarîya Niştimanî Aljeandro Mayarkas û Wezîrê Dadê Merrick Garland dibe.

Wezareta Derve vê civînê wekî dîyalogeke astbilind derbarê pirsgirêkên ewlekarî binav kir.

Wezîrê Derve yê Meksîkoyê Marcelo Ebrard û wezîrên hikûmetê ji ajansên berevanî û ewlekarîyê nûnertîya Meksîkoyê di van gotûbêjan de dikin.

Wexteke zûtir vê hefteyê, Ebrard got ku ew dixwaze Amerîka bergumanan zûtir ji cem xwe bişîne Meksîkoyê û derbasbûna çekan ji Amerîka bo Meksîkoyê kêm bike û herwiha bide dû şopa pereyê ku ji alîyê rêxistinên tawankar tê bikar anîn.

Tê çaverê kirin ku alîyê Amerîka daxwaza kiryaran bike jibo şerê qaçaxçîya madeyên hişbir wekî fentanîl.

XS
SM
MD
LG